Îhsan Nûrî Paşa welatperwer
Mîrê Bedlîsê ji me ra Serwer
Biroyê Hesikê dû wî ra Rêber
Ordiya mêra niştimanperwer
Hemû mêrxas in binavûdeng in
Şervanê şer in, ji bona ceng in
Di şer û cengê da mîna leheng in
Ew qehremanin hemî çeleng in
Mêrxasên kurda wekî piling in
Awazê wan xweşin mîna quling in
Şervana deng da, li war û gund in
Hemû navdar in berz û bilind in
Hinek Reîs bûn, Reîsê Eşîra
Ji bona cengê dîtin tevdîra
Li romê xistin wan bi kefgîra
Serhed dîrok e, hêlîna Mîra
Ez çûm Bazîdê ji bo xweşmêra
Min temaşe kir li cenga mêra
Ji bo azadî, şer kirin şêra
Destan nivisîn ewan camêra
Lewra bûn destana cengawera
Ji bîra nekin em pîrozwera
Hemû pîroz in ewan Serwera
Pehlewan, Şêx in wan dîlawera
Agirî xweşwar e meskenê merda
Destanek mezin e ji bo comerda
Biro de rabe wek ciwanmerda
Laşê me xwarî van kul û derda
Agirî ma ye îro bêxwedî
Ketiye destê roma bêfedî
Rabe Ferzende Begê ebedî
Cardin li Welat Tu bibe xwedî
Ewan Jinmîra hemû kurdperwer
Di cenga giran, cangorî Rehber
Gişt pakrewan in Keçmîrên perwer
Ji doza giran ra Dotmîrin Serwer
Dîrokê mohr kir ewan Jinmîra
Di herb û cengê da wekî lawmîra
Hildan destê xwe wan Keleşmîra
Şer kirin dayê wek ordiya Mîra.
Dilêra şer kir, şerê Rizgarî
Serîhildabûn Mîrê ramyarî
Li Geliyê Zîlan agir di barî
Agirî kirin wek şeva tarî
Li gerdûn tune wekî wan şervan
Agirî kirin Destana merdan
Ji bo Komarê gişt bûn parêzvan
Qehreman ew bûn wanê berxwedan
Şêrên Agirî şêrên serhildêr
Bi hevra rabûn pîrek, ciwanmêr
Ararat kirin cenga berxwedêr
Rabûn Raperîn ciwan, pîremêr
Van cangorî ya zêde berxwedan
Lê mercên giran li wan rê nedan
Ew canfîdan in bûnin pakrewan
Gişta Yad dikim bi Rehma Yezdan
Gotin û Awaz: Ebdurehîmê Mûşî
Almanya, 23.02.2011
PORTRE YA HİNEK MÊRXASÊN KOMARA AGİRÎ
Îhsan Nûrî Paşa: Serokkomar
Biroyê Hesikê Têlî: Serokwezîr
Xalis Begê Sîpkî: Waliyê Ramyar
Ferzende Beg: Qehremanê Payedar
Dengbêj Reso: Destanbêjê Komar
Seyîdxanê Kerr: Qehremanê Navdar
Remezanê Xerzo: Gelek Namîdar
Elîcan: Mêrê bi sed mêra, şêwirdar
Seyîd Resûl Berzencî: Fermandar
Sêvdîn Beg: Reîsê eşîra Hesena, sîdar
Têlo Beg: Fermandarê ahengdar
Şex Zahir: Mêrxasê Ronakbîr
Şêx Tahir û Şêx Hebîb, cîhangîr
Şêx Ûsiv û Şêx Evdilbarî, Mîr
Hedê: Qehremana Keçmîr
Şêx Evdirehman: Fermandarê Serwer
Şêx Elî: Şêxê me Rêber
Şêx Mehdî: Mîrê Rewşenbîr
Şêx Elî Riza: Pehlewanê welatperwer
Mihemed Xalit, Ebdulhemîd û Emer
Qulîxan û Biroyê Qadê: Kurdperwer
Şêx Evdilqadir: Serekê Eşîra Sakan
Şêx Elo, Şêx Yasîn, Şêx Salih: Pakrewan
Çavreş, Têlo û Elo yê Besê: Zîrekên Qehreman
Mûsa yê Berkî: Endamê Xoybûn
Îlhamî, Dawo, Ehmed, Eyûb, Birahîm û Sezgîn
Reşo yê Silo: Mêrê mêrxas kilê çavê Zeyno
Cangîrê Reşê: Efsane yê bêhempa
Sezgîn û Tewfîq, Cemîlê Seyda
Ehmed, Îlhamî, Eloyê Besê û Feyzula
Temir Axa, Adil Beg, Kemal, Fewzî, Êxtî û Fûad
CANFÎDA Û QEHREMANÊN JİNMÎR
Yaşar, Zeyno, Asîya û Besê Xanim
Rabîa, Mirdesî, Şekir û Hedê Xanim
Ji bo Bibîranîna Mêrxas û Jinmîran
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
Almanya, 23.02.2011
dengbej@hotmail.de
Çavkanî: Serhed.org
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder