Îhsan Cebranî Nûrî Paşa yek ji istêrkên esmanê Kurdistanê ye ku yê herdem biçirûse. Ev istêrk eger di xerîbîyê da jî be, tu caran danamire. Niha Newroz e û li gorî resm û ededan li heyama Newrozê da,
gel bi dîtin û hevdîtinê Newrozê geştir dike, kîn û dijminîya xwe ya sala derbasbûyî diavêje, kirasê nû li xwe dike û sala nû bi roj û rîyeka nû dest pê dike. Lê dîtin û hevdîtin bi mezinên malê, kal, pîr, xal, apan,… dest pê dike. Ev jî qedrgirtina mezinan e. Ez jî ku bi qasî hezar kîlometroyî ji welêt ( bajarê Makû nêzîkî Bayîzê) dûr im û li Tehran`ê dijîm, min jî ev resm ji bîr nekir û serdana Îhsan Nûrî Paşa kir ku 35 sal in li goristana Bihiştê Zehrayê ya Tehran`ê kêleka xwe danîye erdê û ji xerîbîyê dinale.
Ew li qita 9`an, redîfa(sireya)58`an, hejmara 12`an da ketiye xewa herdemî. Gora wî bi kevirê mermerê reş hatiye neqişandin. Li ser gora wî bi farsî wiha nivîsîne :
اي ابرهاي كردستان و اي عقاب آرارات/ اي باد كوهستان و اي زمزمه جويباران/ بوزيد و بباريد و بناليد بر مزارم كه / اكنون احسان نوري عقاب آرارات / ماتم و غريب در مزار خويش نالان از غربت است
(Ey ewrên Kurdistanê û ey teyrên Agirîyê/Ey bayên çîyan û ey xweşexweşa çem û rûbaran/Bivezin û bibarin û binalin li ser gora min ku / niha Îhsan Nûrî Teyrê Agirîyê / xemsar û xerîb di gora xwe da ji xurbetê dinale)
Li bara Nûrî Paşa li ser gora wî wisan hatiye nivîsîn:
Di sala 1910`an da zanîngoka leşkerîya Stenbolê qetandiye, di 1919`an da di şerê dijî Yewnaniyan da beşdar bûye,di 1924`an da di padigana Beytoşebabê da şoreş dest pê kiriye, di 1927`an da civata Xweyîbûn çêkiriye, piştî têkçûna şoreşê di 1930`î da penaberî Îranê bûye û bi qasî 46 salan li wir maye. Pêncê bihara salan 1976`an da (yanê sibê roja şemîyê) motosîkletek li Tehran`ê lêketiye (hin dibêjin lêdane) û jîyana xwe ji dest daye. Wî çendîn berhem li bara Kurd û Kurdistanê bi farsî nivîsîne û weşandine. Newroza wî pîroz û ruhî wî şa be!
Azad Makuyî
Çavkanî: http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=34198
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder