6 Şubat 2012 Pazartesi

Kelb Elîxan Nexşîwan

Kelb Elîxan Nexşîwan (* ? - † 1931, li rojhilatê Kurdistanê), serfermandarê duyemîn artêşa Îranê ya li di serhildana Agiriyê de li dijî pêşmergeyên kurd têkoşiyaye bû. Fermandarê yekemîn jî Mihemed Elîxan bûye. Kelb Elîxan Nexşîwan ji aliyê pêşmergeyên kurd ve tê kujtin.
Di nava hêzên kurd ên di bin fermandariya Ferzende Beg, Biroyê Heskî Têlî, Îhsan Nûrî Paşa ûêd de şerdikirin û artêşa Îranê de li rojhilatê Kurdistanê sala 1931'ê bihevçûnên mezin lidardikevin.



Di stranên dengbêjiyê de

"...Ferzende digot Besê,
Bila agirê kulê bi derê te keve
Li pêşiya me leşkerê Kelb kurê dêlan e (navê fermandarê Îranê Kelb Elîxan Nexşîwan e)
Ecem e bê dîn û bê îman e
Li ser serê me gurmîniya topan e
Giregira tomotîkên makîneliyan e
Nade me molet û ti eman e
Ez ê bi cotê gulê vî zalimî birîndar im
Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e
Ne şerê duwanzde bavê eşîran e
Ev şer, şerê tev Kurdan e.
Ez ê bi gula tomotîka vê kafirî birîndar im
Destê min tetika Modoliyê nagire
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wî heyfî
Çar zabitê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim standin Modoliyê..."

Stran: Dengbêj Resoyê Gopalan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder