30 Mart 2012 Cuma

Biroyê Heskî Têlî

image
Agirî îro jî xwîn digirî..


Hûn dizanin Biroyê Heskî Telî kî bû? Erê dizanin. Em hemî jî dizanin. Lê siyaseta naxweyî ya rojane mejiyê me dîl girtiye, mecala me nîne em ji dîroka nêzîk dersan derînin, birînên xwe bikewînin. Siyasetmedar, partî, komik û komeleyên Bakur ên tirziman û tirkruh nahêlin. Biroyê Heskî Têlî, Brahîm Paşayê pêşawa, Pilingê Celaliyan, Kirrê Celaliyan, Heskîzade Brahîm, Biro, Biroyê Çargurçik..








Biroyê Heskî Têlî, Brahîm Paşayê pêşawa, Pilingê Celaliyan, Kirrê Celaliyan, Heskîzade Brahîm, Biro, Biroyê Çargurçik.. Ji nav û binavkirinê wî ne.

(* zayîn - mirin 25'ê tîrmehê 1931 li Kaniya Reş a Çaldiranê, rojhilatê Kurdistanê) yek ji siyasetmedar, şervan û fermandarên doza azadiyê ya kurdan bû. Ji êla Celaliyan e. Di dîroka nêzîk a kurdan de wekî lehengekî cihê xwe girtiye.

Jiyan

Kurê Hesk û Têliyê ye. Di ?erê cîhanê yê I de li dijî dagirkirina rûsan têdikoşe. Dema şer bidawî dibe li Bazîdê dijî û bo debara malbata xwe bazirganiyê dike. Heya dawiya jiyana xwe bi rizgarkirina Kurdistanê û azadiya kurdan ve mijûl dibe.

Serhildan

Dema Şêx Seîd serî hildide, Biro jî tevlî dibe (1925). Bi têkçûna serhildanê re xwe dispêre Çiyayê Agiriyê. Êlên Hesenan û Celaliyan ji bo serhildana nû birêxistin dike. Yekemîn serhildana Agiriyê lidardixe (16'ê gulanê heya 17'ê pûşperê 1926). Li dijî henga 28. a Romê (Tirkiye) şereke mezin lidardixe. Şer û fermandariya wê di nava kurdan de gelek deng vedide, li ser navê wî gelek stran tên çêkirin.

Bi alikariya Îran, YKSS, Brîtanyayê serhildana Agiriyê têk diçe. Bi hezaran pêşmergeyên kurd ji bo ji nû ve xwe amade bikin, derbasê rojhilatê Kurdistanê dibin. Li rojhilatê jî şer gurr dibe.

Di 28'ê kewçêrê 1927'ê de kurd ji nû ve serhildanekê dikin ku Xoybûnê jî alîkarî dida. Xoybûn Îhsan Nûrî Paşa dişîne cem Biro bo alîkarî û serokatiyê. Pêşmergeyên Kurd Komara Agiriyê dadimezirînin. Brahîm Paşa dibe serokwezîr.

Lawên Biro Heskî Têlî, Emer, Dawûd, Êlhamî û birayên wî Ehmed û Eyûb jî di nava pêşmergeyan de ne. Şerên giran rûdidin. Carelê din Îran, YKSS û Brîtanya li cem Tirkiyeyê cih digirin. Diya Biro, Têlî Xanima Agiriyê, birayên wî, zarokên wî şehîd dikevin. Serhildan têk diçe. Biro xwe dispêre nav kurdên rojhilatê.

Şehîd dikeve

Li wir bi alîkariya kurdên rojhilatê li devedora Makoyê, sala 1931'ê de li dijî artêşa Îranê şerên gerîlayî û carnan jî sengerî lidardixin. Pêşmergeyên kurd fermandarê artêşa Îranê Kelb Elîxan Nexşîwan dikujin. Ji kurdan pirranî sîvîl, jin û zarokên xwe ji komkujiyên Tirkiyeyê filitandibûn û dixwestin xwe bispêrin kurdên rojhilatê, gelek kes jiyana xwe jidest didin. Li gel Ferzende Beg, Biro jî şehîd dikeve.

Bêî Wîkîpediya Kurdî (ensîklopediya azad a kurdî) nemînin. Bixwînin, bidin xwendin, hûn jî tevlî wan bibin!

http://ku.wikipedia.org/wiki/Destp%C3%AAk

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder