13 Aralık 2011 Salı

Çand û zimanê xwe diparêzin

Piştî serhildana Agirî, di sala 1929’an de bi sedan malbatên Kurd ên bajarê Maku ya Îranê bi îdiaya alîkarî dane serhildana Agrî ji gund û warên xwe koçber bûn û hatin sirgunkirin. 


Bi sedan Kurd hatin kuştin û girtin. Yek ji van Kurdên ku rastî sirgûn û koçberiyê hatine jî milê eşîra Celalî malbata Xalikan e. Malbata Xalikan, di sala 1929’an de bi sedema ku piştgirî daye Serhildana Agirî rastî zilm û zorê hatin û ji Makuyê barkirin û belav bûn. Hinan ji wan berê xwe dan Tirkiyeyê û hinan ji wan jî berê xwe dan Rûsyayê. 
Kurdên ku şandin Trabzonê û bi keştiyan şandin Deryaya Egeyê li gelek bajaran belav kirin. Zarokên hin malbatan ji wan stendin û dan malbatên din. Kurdên ku sirgûn bûn û parçe bûn bi 10 salan ji hev dûr û parçe parçe li bajarên cuda man û jiyanek zahmet û dijwar derbas kirin. Pişt re derbasî bajarê Bedlîs, Wan, Îdir û Amedê bûn. Li vir ji ber ku axa wan hatibû desteserkirin li cem xizmên xwe bi cih û war bûn. 
Kurdên hatin sirgunkirin jî li navçeyên cuda yên Aydinê hatin bicihkirin. Li gundên navçeyen Soke, Nazîllî û Germencikê hatin belavkirin. Hin Kurdên Makuyê jî li gundê Sazli yê Sokeya Aydinê hatin bicihkirin. Kurdên ku li gundên navçeyên Aydinê hatin bicih kirin jî bi şev bi awayekî bi dizî diçûn xizmên xwe didîtin. Yên ku ji aliyê cendirmeyan ve dihatin girtin jî rastî cezayê pereyan dihatin. 
Piştî sala 1947’an ku îskana bi zorê rabû tev li cem mezinê Eşîra Xalikan Fikret Ozdemîr ê ku li gundê Zasli bi cih bûbûn kom bûn. Fîkret Ozdemir, ji bo ku dîsa li ser axa xwe û welatê xwe vegere hemû mal û mulkê xwe firot û çû Îdirê Ozdemîr anî ziman ku 3 salan hewl da ku bi xizmên xwe yên li Îranê re diyalogê dîne. Ozdemir, destnîşan kir ku piştî fêr bû Îranê hemû axa wan desteser kirine, dîsa vegeriya gundê Sazli yê Sokeyê. 
DÎHA- AYDIN


87


YENİ ÖZGÜR POLİTİKA 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder