13 Aralık 2011 Salı

DESTANA KOMARA AGİRÎ


Îhsan Nûrî Paşa welatperwer
Mîrê  Bedlîsê ji me ra Serwer
Biroyê Hesikê dû wî ra Rêber
Ordiya mêra niştimanperwer


Hemû mêrxas in binavûdeng in
Şervanê şer in, ji bona ceng in
Di şer û cengê da mîna leheng in
Ew qehremanin hemî çeleng in




Mêrxasên kurda wekî piling in
Awazê wan xweşin mîna quling in
Şervana  deng da, li war û gund in
Hemû navdar in berz û bilind in

Hinek  Reîs  bûn, Reîsê  Eşîra
Ji bona  cengê  dîtin  tevdîra
Li romê xistin wan bi kefgîra
Serhed  dîrok e,  hêlîna Mîra

Ez çûm Bazîdê ji bo xweşmêra
Min temaşe kir li cenga mêra
Ji  bo  azadî,  şer  kirin  şêra
Destan  nivisîn  ewan camêra

Lewra bûn destana cengawera
Ji bîra  nekin  em  pîrozwera
Hemû pîroz in ewan Serwera
Pehlewan, Şêx in wan dîlawera

Agirî xweşwar e meskenê merda
Destanek mezin e ji bo comerda
Biro  de  rabe  wek  ciwanmerda
Laşê  me  xwarî  van  kul û derda

Agirî  ma ye  îro  bêxwedî
Ketiye  destê  roma  bêfedî
Rabe Ferzende Begê ebedî
Cardin li Welat Tu bibe xwedî

Ewan Jinmîra hemû kurdperwer
Di cenga giran, cangorî Rehber
Gişt pakrewan in Keçmîrên perwer
Ji doza giran ra Dotmîrin Serwer

Dîrokê  mohr kir ewan Jinmîra
Di herb û cengê da wekî lawmîra
Hildan destê xwe wan Keleşmîra
Şer kirin dayê wek ordiya Mîra.

Dilêra  şer  kir, şerê  Rizgarî
Serîhildabûn  Mîrê  ramyarî
Li  Geliyê  Zîlan  agir  di barî
Agirî  kirin  wek  şeva  tarî

Li gerdûn tune wekî wan şervan
Agirî  kirin  Destana  merdan
Ji bo Komarê gişt bûn parêzvan
Qehreman ew bûn wanê berxwedan

Şêrên  Agirî   şêrên  serhildêr
Bi hevra rabûn pîrek, ciwanmêr
Ararat kirin cenga berxwedêr
Rabûn Raperîn ciwan, pîremêr

Van cangorî ya zêde berxwedan
Lê mercên giran li wan rê nedan
Ew canfîdan in bûnin pakrewan
Gişta Yad dikim bi Rehma Yezdan

Gotin û Awaz: Ebdurehîmê Mûşî
Almanya, 23.02.2011

PORTRE YA HİNEK MÊRXASÊN KOMARA AGİRÎ

Îhsan  Nûrî  Paşa:  Serokkomar
Biroyê Hesikê Têlî:  Serokwezîr
Xalis Begê Sîpkî:  Waliyê Ramyar
Ferzende Beg: Qehremanê Payedar

Dengbêj Reso: Destanbêjê Komar
Seyîdxanê Kerr: Qehremanê Navdar
Remezanê Xerzo: Gelek Namîdar
Elîcan: Mêrê bi sed mêra, şêwirdar

Seyîd Resûl Berzencî: Fermandar
Sêvdîn Beg: Reîsê eşîra Hesena, sîdar
Têlo Beg: Fermandarê ahengdar
Şex Zahir:  Mêrxasê Ronakbîr

Şêx Tahir û Şêx Hebîb, cîhangîr
Şêx Ûsiv û Şêx Evdilbarî, Mîr
Hedê: Qehremana Keçmîr
Şêx Evdirehman:  Fermandarê Serwer

Şêx Elî: Şêxê me Rêber
Şêx Mehdî: Mîrê Rewşenbîr
Şêx Elî Riza: Pehlewanê welatperwer
Mihemed Xalit, Ebdulhemîd û Emer
Qulîxan û Biroyê Qadê: Kurdperwer

Şêx  Evdilqadir: Serekê  Eşîra  Sakan
Şêx Elo, Şêx Yasîn, Şêx Salih: Pakrewan
Çavreş, Têlo û Elo yê Besê: Zîrekên Qehreman
Mûsa yê Berkî:  Endamê Xoybûn
Îlhamî, Dawo, Ehmed, Eyûb, Birahîm û Sezgîn

Reşo yê Silo: Mêrê mêrxas kilê çavê Zeyno
Cangîrê Reşê: Efsane yê bêhempa
Sezgîn û Tewfîq, Cemîlê Seyda
Ehmed, Îlhamî, Eloyê Besê û Feyzula
Temir Axa, Adil Beg, Kemal, Fewzî, Êxtî û Fûad

CANFÎDA Û QEHREMANÊN JİNMÎR

Yaşar, Zeyno, Asîya û Besê Xanim
Rabîa, Mirdesî, Şekir û Hedê Xanim

Ji bo Bibîranîna Mêrxas û Jinmîran

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
Almanya, 23.02.2011

dengbej@hotmail.de


Çavkanî: Serhed.org

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder