30 Nisan 2012 Pazartesi

Danasînek li ser kitêba Yilmaz Çamlibel ya nû:

Gilîdax bêxwedî nîn e!
 
“Gilîdax bêxwedî nîn e,” ev navê kitêba Yilmaz Çamlibel ya nu ye. Bîranînên Yilmaz Çamlibel,
“Kerwan Yürüyor” (Karwan Dimeşe) sê sal berê derketibû û bi zmanê Tirkî bû. Lê zmanê wî, çi bi Tirkî çi bi Kurdî, zelal û şîrîn e. Wek axaftina wî û sohbeta wî, zmanê wî yê nivîsandinê jî xweş e.

Him ji ber vê, him jî ji bo bûyerên balkêş ku ji serê wî derbaz bûbûn, bîranînên wî bala xwendevanan kişand û di demeke kurt da çapa duwemîn çêbû. Y. Çamlibel gelek derengi bi nivîskarîyê kir, lê xuya ye hestê wî yên nivîsandinê xurt in, dereng be jî berhemên baş dide.

Ev kitêba teze, “Gilîdax Bêxwedî Nîn e” bi zmanê dayîk e, ango bi Kurdî ye. Min ew bi kêfxweşîyeke mezin xwend. Dema dibêm “kêfxweşî” nayê wê manê ku mirov dema kitêbê dixwîne dikene. Na, ev kitêb çîroka serhildana Girîdaxê ye û mirov nikare bikene, dema wê dixwîne, dibe ku gelek caran xemgîn dibe û hêsir bi çavê mirovan dikevin.

Çamlibel, ji bo nivîsandina vê kitêbê ji gelek çavkanîyan feyde girtîye, şop û delîl, wêne (resim), stranên gelîrî civandîye û bi mirovên herêmê yên ku di vê şoreşê da cî girtine, yan jî di dema şoreşê da li wê herêmê jîyane û di derheqa wê da tiştan dizanin, rû bî rû qise kirîye.

Kitêb li Stembolê di nav Weşanên Deng da derketîye, 246 Rûpel e. Tê da ji 50 zêdetir resim û krokî, ji 30 zêdetir stranên gelêrî hene.

Dîsa tiştekî baş jî ev e ku, nivîskar navê 180 şervanên Kurd, jin û mêr, fermandar, rêvebir û hwd. kom kirîye û bi kurtî behsa çîroka wan, kar û çalakîyên wan kirîye. Her usa jî behsa gelek fermandarên ordîya Tirk…

Çîroka serhildanê ji destpêka kitêbê mirov dikişîne nav xwe heya dawîyê. Mirov bi şervanên Girîdaxê ra şa dibe û xemgîn dibe. Mirov li himber berxwedan û mêrxasîya wan, li himber serketinên wan dilxweş û serbilind dibe; li himber zor, zehmetî û êşên wan diêşe; li himber zulma “Roma Reş” bi hêrs dikeve; bi têkçûna şoreşê xemgîn dibe, bi tevî dengbêjên Kurdan dilorîne…

Y. Çamlibel bi vê kitêbê kar û xebateke gelek hêja kirîye, berhemeke gelek baş daye. Helbet, berê jî di derheqa şoreşa Girîdaxê da hatîye nivîsandin û yek ji wan bîranînên fermandarê şoreşê İhsan Nûrî Paşa ye. Lê kitêba Çamlibel van malûmatan kom dike, digihîne hev û bî zmanekî gelek zelal û şîrîn pêşberî xwendevanan dike. Mirov ji vê kitêbê gelek tiştên teze, taybetîyên şoreşa Girîdaxê hîn dibe. Ji bo mêranî û berxwedana çend sed şervanê Kurd serbilind dibe, ku wan li himber bi deh hezaran leşkerekî xurt, bi top û balafir, lê bê vîcdan û bê merhemet, bi salan rêva birin; tevi jin û zarokên xwe, li çîyayekî asê û dor lê girtî…

Serhildana Girîdaxê pelgek e hêja ye ji dîroka me Kurdan. Dîroka me beşek ji dewlemendîya milletê me ye. Wek zmanê me ew jî, ran, yan jî temareke xurt e ku ji bo hebûn û jîyana milletê Kurd bingeheke giranbuha ye. Divê neslên teze him zmanê xwe, him dîroka xwe baş hîn bin, baş bizanin. Dijminê me dixwaze van herdu ranan hişk bike, winda bike. Rewşenbîr û welatparêzên Kurd jî divê girîngîyê bidin vî karî, dîroka xwe baş derxin meydanê, baş hîn bin û wê hînî neslên teze bikin. Da ku hestên welatperwerîyê di nav neslên teze da xurt be, xwe bi zanînê bixemilînin, bi çek bikin û bawerîya wan bi wan bê.

Ew jî berxwedaneke gelek hêja ye di rîya azadîyê da.

Da ku Gilîdax bêxwedî nemînin…

Mustafa Metin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder