30 Nisan 2012 Pazartesi

Yilmaz Çamlibel û Serhildana Agirî li Êkîtya Nivîserên Kurd / Duhok


Ji bizavên Êkîtya Nivîserên Kurd /Duhok Semînerek li jêr navê
Gılîdax bê Xwedî Nîn e / Serhildana Agrî bo nivîskarê hêja

Yilmaz Çamlibel /
Dem:
yekşemê 30/9/2007 katjmêr 21.15
Cihê Semînarê:
Avahiya Êkîtya Nivîserên Kurd / Duhok .

Semîner bi taybetî li ser Pirtûka Nivîskar ya bi navê (Gılîdax bê Xwedî Nîn e)

Kurtejiyana Nivîskar Yilmaz Çamlibel:

Di sala 1938an da li bajarê Bazîdê li bakurê Kurdistanê hatiye dinyê.
Xwendina xwe ya bilind di sala 1960an de xelas kir û bû muhendîsê keşta. Şeş sal wek Endeziyar di keştîyan da xebitîye, di nav van salan da 50 welatê biyanî ditiye. Qasî 20 salan jî li Tirkiyê karê brokratîyê kiriye.

Sala 1980e da ji aliyê cuntaya faşîst ya Tirkîyê ve hatîye girtin. Di doza Partîya Sosiyalîst a Kurdistanê da 12 sal hatîye zindanîkirin. Piştî ku ji zîndanê hate berdan, karê xwe yê siyasî domandîye. Çamlıbel, yek ji wan dameziranê Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî ye û 7 salan serokatya Weqfê kirîye. Ev Weqif di dîroka komara Tirkîyê da yekemîn dezgeha Kurdîye ku jı alîyê dewletê ve bi fermî hatîye qebûl kirin.

Yilmaz Çamlinbel, Ji Partîya Demokrasî û Aşîtîyê ra sê salan serokatîyê kiriye.
Ji ber kar û xebatên wî yên siyasî gelek doz dijberî wî hatîye vekirin, ji hinek dozan ceza girtîye. Ji ber van dozên ku li dijî wî hatîye vekirin, mecbûr maye derketîye derveyê welat. Eva bû 6 sale ku li Almanyayê dijî. Heta niha di gelek rojname û kovarên kurdî da meqaleyên wî tên belavkirin û 4 pirtûkên wî bi navên Kervan Yuruyor, Gılîdax bê Xwedî Nîne,
Kurd-Kav û Gulê were binê Tûyan hatîye weşandin.

Rojava.net

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder