28 Nisan 2012 Cumartesi

Dadgeha Ewrupa komkujiya Geliyê Zîlanê jî wekî dozekê pesend kir


Li gor çavkaniyên nûçeyan, komkujiyaa ‘Geliyê Zîlan ya li Erdîş ya ser bi bajara Wanê ve, di sala 1930’an de ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatiye encamdan, ku 15 hezar gundî ji ber êrîşên rêjîma Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane û 44 gund jî bi temamî hatine tunekirin.


Ji ber vê yekê beriya demekê buyera qurbaniyên Geliyê Zilanê serî li Dadgeha Mafên Mirovan Ya Ewruapyê (EMMD- AHİM) dabûn, di encam de dadgeha Ewrupayê serlêdana aliyê peywendîdar pejirand.

Li gor hinek lêkolerên wê bûyerê, komkujiya Geliyê Zîlanê ji bûyera Dêrsimê mezintir û girantire, lê ji ber lawazbûna Kurdên mezhebê Sunî, ev bûyer wek bûyera DêrsImê heya roja îro deng venadaye.

Hêjayî gotinê ye ku, heya roja îro gelek çîrok û gotinên û stranên xemgin derbarê bûyera Giliyê Zîlanê hatin û têne vegotin.
Xendan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder