29 Nisan 2012 Pazar

Festîvala Şoreşa Agirî dê li Duhokê bê sazkirin


Hewlêr, 19 Nîsan (AKnews) – Birêveberê Giştî yê Navendên Rewşenbîrî li parêzgeha Duhokê ragihand ku di 25 û 26ê vê mehê de festîvala Şoreşa Agirî û Îhsan Nûrî Paşa dê li Duhokê bê lidarxistin.


Îsmaîl Tahir ji AKnewsê re daxuyand ku festîval dê ji bal birêveberiyan wan û Birêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê li hola Nivîskaran birêve biçe.

Tahir xuya kir ku 9 lêkolîn û sîmînar dê ji bal şareza û lêkolerên Kurdistanê di festîvalê de bêne pêşkêşkirin, her wiha belgefîlmek jî derbarê Şoreşa Agirî û Îhsan Nûrî Paşa dê bête pêşandan.

Tahir bal kişand ku kilîpeke hunerî jî dê di festîvalê de bê pêşandan û pêşangeheke wêneyan li dor Şoreşa Agirî û Îhsan Nûrî Paşa li hola Panorama Azadî li Duhokê dê bê vekirin.

Tahir aşkere kir ku her wiha pirtûka nivîskar Musedeq Tuvî ya bi navê “salên penaberiyê ji jiyana Îhsan Nûrî Paşa” ku ji bal Birêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê ve hatiye çapkirin dê were belavkirin.


hm (AKnews)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder