30 Nisan 2012 Pazartesi

Nivîska û siyasetmedar Yilmaz Çamlibel:

Kurdan li Agiriyê hem şer dikirin, hem jî dezgeyên dewletê saz dikirin

Stokholm-21.01/2007 - Nivîskar û siyasetmedar Yilmaz Çamlibel li ser pirtûka xwe ”Gilîdax bê xwedî nîne”
li Stokholmê semînerek da. Çamlibel  li ser Şerê Agirîyê, gelek agadariyên bi rêk û pêk, bi belge, wêne û xarîte pêşkêşî guhdarên xwe kir.

Nivîskar di destpêka semînerê da bi kurtî behsa pirtûka xwe kir; mesela ji ber çi ew nav (Gilîdax bê xwedî nîne) li lêkolîna xwe kiriye; û li ser dokument û çavkanîyan agadarî dan. Dûra  wî li ser sedemê destpêkirina Şerê Agirîyê û lı ser Xoybûnê agadarî pêşkêş kirin .

Nivîskar di beşeka fıre da li ser pênc şerên giran ku di navbera.tirkan û kurdan da bûne (ji 16ê gulana sala 1926 heta payîza sala1932 da) li ser nexşeyan agadariyên balkêş pêşkêş kirin. Di vê behskirinê da dîyar dibû ku tenê bi qasî 600 şervanên kurd li hember 30.000 eskerên tirk bi 52 firoke, bi top û tifing, çi mêrxasiyên mezin kirine.

Gelek resimên ku ji arşîva albayekî tirka, serokê fîloya firokan Naim Burkut, bi dest xistibû hatin raydan.

Nivîskar behs kir ku beşdariya jina kurd cara yekemîn di vî şerî da bûye. Û cara yekemîn kurdan di Şerê Agirîyê doza dewleteke serbixwe kirine. Cara yekemîn kurdan li vir şerê gerilla kirine. Nivîskar balkişand ser taybetiyeke din ya tevgera Agiriyê, ku Konseya Şerê Agirîyê organeke siyasî bû ku jı esker û sîvîlan pêk hatibû, lê wê li ser hêza eskerî biryar dida,  ku ev jî cara yekemîn li vêderê bûye.Kurdan li Agiriyê hem şer dikirin, hem jî dezgeyên dewletê saz dikirin

Di lêkolîna xwe da nivîskar ala kurdan ya di Şerê Glîdaxê da hatiye bi kar anînê, nîşanda. Ew ala, bi navê ”Ala Araratê”  hatiye bi nav kirin, bi rengên xwe ve wek ala me ya îro ye, lê li ser rojê resmê Araratê mezin û piçûk heye.

Yilmaz Çamlibel bi kurtî hinek şervanên Şerê Agirîyê da naskirin, û stranên gelêrî ku li ser wan hatine gotin xwendin. Wî li ser hovîtiya û barbariya dewleta tirk xasima li qetliama Geliyê Zîlan gelek nimûne dan.

Çamlibel  rave kir ku hevkariya sê dewletan; Tirkiye, Îran û Sovyetê û hîç nebûna alîkariyeke dereke, herwisa pêknehatina serhildaneke berfireh li Kurdistanê, bû sedemê şkandina şerê Agiriyê.
Semînera Çamlibel bi baldarî û hezkirin hat gudarîkirin. Wî li ciyê semînerê, ji gelek xwendevanên xwe re pirtûkên îmze kir.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder