29 Nisan 2012 Pazar

Şanoya ‘Zîlan: Hêsirên Geliyekî’ li Bazîdê hat lîstin


Agirî, 28 Nîsan (AKnews) – Li navçeya Bazîdê ya Agirî, şanoya bi navê “Zîlan: Hêsirên Geliyekî” ji aliyê koma şanoyê ya Merhaba ve hat lîstin.


Şanoya bi navê “Zîlan: Hêsirên Geliyekî”, ku ji aliyê Necmedîn Salaz ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Ramazan Velîcoglu ve hatiye çêkirin, li salona şanoyê ya Bazîdê hat lîstin û ji aliyê gelek kes ve hat temaşekirin. Di nav temaşevana de, şaredara Bazîdê, Canan Korkmaz jî hebû.

Di şanoya han de, behsa serpêhatiya jina bi navê Îpek, ku ji komkujiya geliyê Zîlanê, ku dikeve nêzîkî navçeya Erdîşê ya Wanê, filitiye, dike.

Tê gotin, di komkujiya geliyê Zîlan de, ku Temûza 1930 ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatibû, herî kêm 15 hezar kurdên bêguneh hatibûn kuştin.

sm AKnews

Çavkanî: http://www.aknews.com/ki/aknews/1/304208/

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder