28 Nisan 2012 Cumartesi

Komkujiya Geliyê Zîlanê dikeve rojeva Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan

Rojnameya Cumhuriyet behsa Komkujiya Zîlanê dike (wêne: wikipedia)

Di hejmara xwe ya 13ê tîrmeha 1930î de rojnameya tirkî
Cumhuriyet li jêr sernavê "Yên hatine tune kirin" ev nûçe weşandibû:  “Gund û gundiyên ku alîkariya eşqiyayan [mebest Kurdên ku li dijî dewletê serî hildabûn, Rûdaw] kirine, bi temamî hatine şewitandin û gundî jî hinek hatine tune kirin û hinek jî sewqî Erdîşê kirine. Di Tevgera Zîlanê de hejmara eşqiyayên hatine tune kirin, ji 15 hezarî zêdetir e."

Ev nûçeya Cumhuriyetê li ser bûyerekê bû ku Kurd navê "Komkujiya Geliyê Zîlanê" lê dikin. Vê komkujiyê çar rojan dirêj kir. Destpêka wê di 8.7.1930î de bû û ew di 12.7.1930î de bi dawî hat. Nivîskar Mîral Zîlanî dibêje ku Komkujiya Geliyê Zîlanê encama operasyonên berdewam ên Artêşa Tirkiyê li dijî Kurdên serhildêr bûn. Piştî şikestina Şoreşa Şêx Seîdê Pîran di 1925ê de xebata leşkerî ya Kurdan li dijî dewletê berdewam bûn.

Herêma Zîlan li bakurê Erdîşê dikeve ku yek ji qezayên Wanê ye. Rûbarê Zîlan derbasî Gola Wanê dibe. Zîlanî dibêje ku "çar rojan bê rawestan bi şev û bi roj tank û balafirên artêşa Tirkiyê li ser serê xelkên deverê bûn." Çendîn "Cumhuriyet" behsa 15 hezar kuştî dike, lê Mîral Zîlanî behsa bi kêmanî 57 hezar kuştiyan dike. Ew dibêje: "Ji xwe hejmara kesên birîndar û yên ku ji deverê reviyan, ne diyar e." Bi giştî, li gor Zîlanî, 220 gund hatin wêran kirin. "Ti kes di wan gundan de xelas nebûne. Hin kes hebûn, ji ber ku nedixwestin bi destên leşkeran bên kuştin, di malên xwe de hatine kuştin."

Mîral Zîlanî dibêje ku dewleta tirkî xwestiye "bi hemû awayan şopên tawana xwe veşêre". Ta 1931ê devera Zîlanê herêmeke leêmeke leşkerî ya dorpêçkirî bû. Zîlanî dewletên Rojava rexne dike û dibêje: "Hingî ne Ewropa û ne jî Yekîtiya Sovyetê xwedî li Kurdan derneket. Hayê wan ji komkujiyê hebû, lê wan tiştek nekir."

Piştî 82 salan xelkên ku ji Komkujiya Zîlanê filitîne, dixwazin li Ewropayê beşekî ji mafên xwe bistînin. Ji bo vegerandina zeiviyên xwe Mihemed Gurbuz li cem Dadgeha Ewropî Mafên Mirovan doz vekiriye. Ji ber ku Tirkî endama Encûmena Ewropayê ye, ew mecbûr e biryarên vê dadgehê bi cî bike. Gurbuz dibêje ku piştî komkujiyê dewletê destên xwe danîne ser 6 hezar dolim zeviyên malbata wî. Tevî ku tapoyên wan hene, lê ta niha Tirkiyê zeviyên malbata Gurbuz li wan venegerandine. Niha Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan xwe mijûlî vê pirsê dike. Mihemed Gurbuz bang li hemû malbatan dike, ku xizmên xwe di Komkujiya Geliyê Zilanê de winda kirine, ku mîna wî bikin û dozê vekin.

Gurbuz dibêje ku piraniya malbata wî di komkujiya 1930î de hatine kuştin. "Bavê min ez birim tenişta gorên komî. Çîroka komkujiyê ji min re got. Wê demê ez pir biçûk bûm, lê baş nayê bîra min. Wê demê zarok, jin, ciwan û mezin hemû welatî rêz kirin û dan ber guleyan. Bavê min Elî Gurbuz di vê komkujiyê de bi birîndarî xelas bû." Kesên ku hingî filitîn, bê war û mal man. Dewletê destên xwe danîn ser milkên wan. Tevî ku malbata Gurbuz ji bo vegerandina milkên xwe serî li dadgehên Tirkiyê dan, lê ew bi ser neketin.

Mîral Zîlanî piştgiriya vekirina dozê li dijî Tirkiyê dike. Lê ew dibêje ku tolhildana ji bo Komkujiya Geliyê Zîlanê di di rêya dadgehan re pêk tê, Zîlanî dibêje: "Mesele çûye. Em zarokên îro ne. Gerek ev komkujiyê bimîne di mejiyê me de û bibe bîranînek ji bo xurtkirina hestên neteweyî di nav me de."
Mihemed Gurbuz tapoyên zeviyên xwe wek belge pêşkêşî dadgeha ewropî kirine. (Wêne: dîha)

Sîrwan H. Berko

dîha

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder